Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Walîtiya Stenbolê têkildarî erdhejên li bajar daxuyaniyeke nû parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku heta niha tu kesan jiyana xwe ji dest nedane.
Her wisa Walîtiyê, diyar kir ku di mijarên enerjî û binesaziyê de, di gaza xwezayî, ava vexwarinê û binesaziya kanalîzasyonê de tu rewşên neyînî ku bandorê lê bikin nînin.
Walîtiyê, destnîşan kir ku 151 welatiyên ji ber panîkê xwe ji cihên bilind avêtin xwarê û birîndar bûne, li nexweşxaneyan tên tedawîkirin û rewşa wan sivike.
Walîtiyê got ku li seranserî bajar tu avahî ne hilweşiyane û xebatên wan ên li qadê didomin
Your Comment